Xelîlzad: Ebadî guh nade hişyariyên Amerîka

Balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî û Iraqê Zilmay Xelîlzad ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Washingtonê ên derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî û Iraqê Zilmay Xelîlzad ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Washingtonê ên derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Xelîlzad li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsiye: “Washington daxwaza guftûgoyeke cidî di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dike ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dûrketina ji pevçûnan, lê Ebadî berî biçe Tirkiyê, deriyê Îbrahîm Xelîl dixwaze.”

Hikûmeta Iraqê di hewlê de ye bi piştevaniya supaya Pasdarên Îranê Îranê û bi riya Heşda Şeibî û artêşa Iraqê re vegere Herêma Kurdistanê.

Di wê çarçovê de, îro berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, Bexda dixwaze vegere sînorên salên 1991an, ku Netewa Yekgirtî ji rêjîma Sedam Husên re diyar kiribû.

Duh Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi serdanekê gihêşt Bexdayê û ligel Heyder Ebadî civiya.

Li gor daxuyaniyeke nivîsgeha ragihandina Ebadî, Tillerson daxwaz ji Ebadî kiriye, li ser binemayên destûrê pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û xwe ji pevçûnan dûr bixe.

Xelîlzad nivîsiye: “Îro berbangê hêzên Iraqê êrîşî ser Rebîa û Mexmûrê kirin, lê ziyanên mezin gihêştin wan hêzan.”

Wî diplomatê Amerîkî di wê baweriyê de ye, Ebadî hişyariyên Amerka yên derbarê pevçûnan de piştguh dike û dixwaze bi riyên leşkerî bigihe deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl, berî ku serdana Tirkiyê bike.

Biryar e, sibe Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Enqerê bike û ji bo guftûgokirina pirsa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên herêmê bi Bexdayê re, ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive.