Li Reqayê 14 kes di teqîna paşmayên DAIŞê de mirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di encama teqîna çend mînan de, li Reqayê 14 kes hatin kuştin, 3 ji wan şervanên wan in.

K24 – Navena Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di encama teqîna çend mînan de, li Reqayê 14 kes hatin kuştin, 3 ji wan şervanên wan in.

Peyvdarê HSDê Mistefa Balî ragihand, proseya wan a ji bo pakirina Reqayê ji mîn û paşmayên DAIŞê roja 23ê mehê dest pê kir û wan rê li ber vegera sivîlan girtine hate ku ew bajar ji mîn û paşmayên DAIŞê paqij bikin.

Got jî, hin kes bi dizî derbasî bajêr dibin û di encama teqîna çend mînan de jî 9 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan.

Balî diyar kir jî, dema ku tîmên jinabirina mînan bi şervanên HSDê re karê xwe dikirin, mîn di wan de jî teqiya, 2 karmend û 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan, yek ji nava wan Brîtanî bû.

Roja 20 Cotmehê HSDê kontrolkirina Reqayê di konferanseke rojnamevanî de li nava wî bajarê de ragihandibû.