Mete Çubukçu: Ferz e Tirkiye pêwendiyên xwe bi Hewlêrê baş bike

Di paneleke ku li Stenbolê bi rêve çû de rojnameger Mete Çubukçu diyar kir bi hezaran kompanya û ji 100 hezarî zêdetir karkerên Tirk hene, divê Tirkiye pişta xwe nede Kurdan û pêwendiya di nava Enqere û Hewlêrê de jî ji nûve bê sazkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Di paneleke ku li Stenbolê bi rêve çû de rojnameger Mete Çubukçu diyar kir bi hezaran kompanya û ji 100 hezarî zêdetir karkerên Tirk hene, divê Tirkiye pişta xwe nede Kurdan û pêwendiya di nava Enqere û Hewlêrê de jî ji nûve bê sazkirin.  

Li Weqfa Lêkolînên Ramyarî, Aborî û Civakî (SETA)'yê ew mijarên ku ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve jî tên meraqkirin yanî dahatûya pêywendiyên Enqere û Hewlêrê, piştî referandûmê Iraq, siyaseta Kurdistanê û daxwazên Tirkiyê bi rêya panelekê ji aliyê pispor û rojnamegeran ve hate gotûbêjkirin.

Li gorî rojnameger Mete Çubukçu xeta dû alî hatine kirin. Tirkiyê hem li Sûriyê hem jî li Iraqê hemû hêk xistina nava selikekê. Bi boçûna Çubukçu her çiqas di wadeya kin de zor xuya bike jî vegera wan pêywendiyên Enqere û Hewlerê ya beriya 25ê Îlonê, pêdivî pê heye ku di wadeya navîn de peywendiyên di nava Enqere û Hewlêrê de ji nû ve bên dirûstkirin. Divê Tirkiye pişta xwe nede rêveberiya Kurdan û wê derê ji Îranê re nehêle.

Rojnameger Mete Çubukçu ji K24ê re got: "Tirkiye piştî wan biryarên ku dê ragire di wadeya kin de, mecbûre ku bi Rêveberiya Hêrêma Kurd re têkîliya xwe ji nû ve saz bike. Ji bo dilê gelê Kurd neyê şikestin deriyê sînor vekiriye, nehatiye girtin. Er ê niha bawerî şikestiye. Lê di meseleyên bi vî awayî de ji hestên şexstî zêdetir, berjewendiyên neteweyî derdikevin pêş. Loma Tirkiye divê li ser vê hevkêşeyê bimeşe. Divê mirov vê yekê jî paşgo neke ku di 15 salên dawîn de cihê herî bi ewle, aram û sazîbûn jî ew cihên di nava sînorên Rêveberiya Herêma Kurdan de ne. Ji bo Tirkiyeyîyekî cihê herî bi ewle û rehet ev devere. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku ev jî realîteyeke."

Leşkerê Berê û Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda jî diyar kir ji sala 2010an vir de bandora kêmbûna çûnûhatina endamên PKK ya di sînor de bi saya peşmerge gelekî kêm bûye û rola Mesûd Barzanî ya di xebatên kampa Başîkayê de jî gelekî mezin e. Alabarda hiyariyekê jî dide û dibêje; Tirkiye divê dîplomasiya xwe ya bi herêmê re nebire û berdewam bike. Felaketa herî mezin ya ji bo Tirkiyê çûyîna Barzanî ye.

Yusuf Alabarda  ji K24ê re wiha axivî: "Madem hûnê nikaribin Kurdan wek pariyekî kekê jêkin û bişînin Avustiralya an jî Maldîvan ji bo destpêkirina pêwendiyan jî fersend divê her hebin. Li vê Cografyayê çarenûsa me ya bi Kurdan re yek e. Pêdiviya me bi Kurdan, ya Kurdan jî wê bi me heye. Jixwe deriyên sînor tû carî nehatin girtin. Tenê di warê firîna asîmanî de hin biryar hatin dayîn. Lê dema ev pêwendî hatin noqteyekê, wê qedexeya asîmanî jî rabe. Li gorî siyaseta Tirkiyê Barzanî xetayek kiriye, lê ji ber vê yekê divê tû carî destê wî neyê qelskirin. Wê kî şuna wî bigire? Dema ku Barzanî biçe ji bo Tirkiyê felaket e. Ez ne Kurdim lê tû carî naxwazin hêstireke dayikekê li wê cografyayê bikeve erdê." 

Yusuf Alabarda di berdewama axaftina xwe de got, Dema ku birêz Serokomar Erdogan behsa girtina deriyê sînoran û ya neftê kiriye jî ez li dij derketim. Dibe ku ev xal wek alternatîfekê di berîka siyasetê de be. Li aliyekî em 3 milyon penaberên Sûriyeyî li nava sînorên xwe stara wan dikin, vê carê em ê rabin 5 milyon Kurdî di kampên civandinê de bi cih bikin? Siyaset vê yekê nabêje. Divê dîplomasî berdewam bike, hem li ber derî hem jî li paş derî, hem li ser masê û hem jî di binê masê de. Ji bo ku Kurdên li başûr ber bi PKK, Heşdî Şabî û Îranê ve neçin divê Tirkiye pêşî lê bigire.