Dalkurd di Superlîga Swêdê de

Kurdistan24 Dalkurd bi serkeftina derbasbûna Superlîgê Pîroz dike, hêviya berdewamiya serkeftinên Dalkurd dike…

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Kurdên Swêdê Dalkurd, mezintirîn serkeftina xwe ya dîrokî û dîroka futbolê ya Kurdistanê tomarkir. Dalkurd di yariya xwe ya îroyîn de 1 : 0 hemberî GAIS biserket û yariyek berî bidawî hatina maçên lîga yekem a Swêdê (Superettan ) bi 6 xalan li pêş tîma di rêza sêyem de ye û maç a dawî bi çi encamî bidawî bibe bere bibe, rêza duyem mîsoger kir, ku bi awayek yekser derbasî Superliga a Swêdê dibe.

Dalkurd di 13 salên hatî damezrandin de dîrok ne tenê di di ya futbolê ya Kurdistanê, lê herweha ya Swêdê de jî nivîsî. Dibe yekem tîm ku kariye di 13 salan de ji liga 6em bigihije Superligê.

Kurdistan24 Dalkurd bi serkeftina derbasbûna Superlîgê Pîroz dike, hêviya berdewamiya serkeftinên Dalkurd dike…