Artêşa Tirkiyê li Efrînê darên zeytûnan hildike

Artêşa Tirkiyê, û bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Bakurê Kurdistanê de li bakurê gundê Şingêlê, dest bi hilkirina darên zêytûnan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, û bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Bakurê Kurdistanê de li bakurê gundê Şingêlê, dest bi hilkirina darên zêytûnan kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand: " Hêzên Artêşa Tirkiyê li gundê Şingêlê dest bi hilkirina darên zeytûnê kirin û ta vê demê biqasî 70 darên zêtûnê  û 50 ji darên behîvê hilikirine, bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Bakurê Kurdistanê de û gef jî li welatiyan xwarin heger nêzîkî sînor nêzîk bibin dê bibin armancên leşkerên Tirkiyê."

Heman jêderî got: " Welatiyên wî gundî nerzîbûna xwe li hember kiryarên artêşa Tirkiyê xuya kirin, ku ti sedemên rawa nîn in li dijî jiyana xelkê rawestin."

Ev ne cara yekê ye artêşa Tirkiyê bi van kiryarên hilkirinê radibe, ku ji berî demekê biqasî 2 hezar darên zeytûnê li gundê Qermîtliq ya ser bi navçeya Şiyê ji kokê de hilkiribûn.