Lavrentiev: Şam amade ye serastkirinên destûrî bike

Serokê şanda Rûsyayê ji bo Astanayê ragihand, wî ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed qonaxa veguhêz gotûbêj kiriye û Şam amade ye serastkirinên destûrî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda Rûsyayê ji bo Astanayê ragihand, wî ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed qonaxa veguhêz gotûbêj kiriye û Şam amade ye serastkirinên destûrî bike.

Li gor ajansa “RT” belav kiriye, Serokê şanda Rûsî ji bo danûstandinên Astanayê Alexander Lavrentiev îro ragihand, ku ji bo pêşketin di çareya siyasî de li Sûriyê, Şam amadebûna xwe nîşan daye da ku sererastkirinên destûrî bike.

Lavrentiev daxwaz ji opozîsyona Sûriyê jî kir ku, dest ji mercên xwe yên pêşwext berde ji bo destpêkirina danûstandinan.

Gotiye jî, wî ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed behsa qonaxa veguhêz kiriye û Esed giringiya destpêkirina gotûbêjeke niştîmanî baş dizane ji bo çareserkirina krîza wî welatî.

Lavrentiev derbarê egera rûdana şer di navbera hikumet û hêzên Amerîkî de got, heta ji wan were ewê karê xwe bikin, ji bo dûrketin ji bûyerên bi vî awayî.