Heşda Şeibî wêngirê Kurdistan TV dikujin

Şeva borî, çekdarên Heşda Şeibî wênegirê kenala Kurdistan TV li gundê Heftexarê ya ser bi Daqoqê ve bi kêran dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva borî, çekdarên Heşda Şeibî wênegirê kenala Kurdistan TV li gundê Heftexarê ya ser bi Daqoqê ve bi kêran dikujin.

Peymanêrê K24ê ragihand, hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî bi ser mala wênegirê Kurdistan TV Erkan Şerîf de girtin û ew bêran kuştin.

Bajarokê Daqoqê 40 K.M li başûrê Kerkûkê dikeve. Kurd, Tirkmen û Ereb lê dijîn. Çekdarên Heşda Şeibî bi êrîşa li ser parêzgeha Kerkûkê re ketin wî bajarokî.