Hewlêr û Bexda li ser çend xalan lihev dikin

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Hewlêr û Bexda li ser çend xalan lihev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Hewlêr û Bexda li ser çend xalan lihev kirin.

Di civîna duh ya her du şandên leşkerî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê wek binema li ser wê rêkeftin, ku hêla di navbera her du aliyan de sînorê îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê duyem civîna şanda Herêma Kurdistanê û Iraqê de, K24 ji çend jêderên agahdar zaniye, ew navçeyên dikevin derdora sînorê îdareya Herêma Kurdistanê û niha di bin kontrola hêza Pêşmerge de ne, wek Mehmûdiye, Sihêla, Fayde, Şêxan, Elqoş, Giwêr, Meqlob û Xazir, hêzeke hevbeş pêk tê û asayişa wan navçeyan dikeve destê wê. Îdareya wan jî ji aliyê her du aliyan ve dibe.

Li gor zanyariyên K24ê, derbarê deriyê sînorî yê Pêşxabûrê de, her du alî gihêştine têgihêştinekê ku, hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê, hêzeke Pêşmerge û hêzeke Amerîkî bi hev re li navçê dibin.

Derbarê çawaniya birêvebirina deriyên sînorî û firokxaneyan jî, K24 zaniye, ku şanda her du aliyan ew pirs dane Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî, ji bo di çarçova destûr de wan her du pirsan yekalî bikin.

Li gor zanyariyên K24ê, ti cure danûstandinek ligel hêzên Heşda Şeibî ji bo gihêştina bi vê rêkeftinê nehatiye kirin. Rêkeftin di navbera şanda leşkerî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bûye.