HDP: Dîroka Sûrê tê rûxandin

HDP: Li navçeya Sûrê bi awayeke bêberpirsiyarî rûxandin pêk tên û ev yek zirareke mezin dide dîrokê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê rûxandina taxên navçeya navendî ya Diyarbekirê; Sûrê de ragihand ku, bi awayeke bêberpirsiyarî rûxandin pêk tên û ev yek zirareke mezin dide dîrokê.

Parlementerên HDP'ê yên Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp û Feleknaz Ûca ligel çend rêveberên HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li taxa Sûrê ya Elî Paşa ku piştî şerê xendekan biryara rûxandinê hatibû dayîn, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ew rûxandinên li taxên Sûrê rû didin, li aliyekî niştecihan neçar dikin ku ji malên xwe derbikevin û di destpêka zivistanê de li kolanan bimînin, li aliyekî jî zirareke mezin ji bo avahiyên dîrokî tên dayîn ku ev yek wekî qetilkirina dîrokê hat binavkirin.

Piştî daxuyaniyê şande li nav Taxa Elîpaşa geriya û di derbarê rûxandinan de lêkolîn kirin û ji niştecihan agahî girtin.