Serdozgerê Ispanyayê dixwaze serokên Katalonya bên dadgehkirin

Ligor Serdozger, kiryarên serokên Katalonya dive bên sezakirin û rêya wê jî dadgehkirina wan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgerê dewleta Ispanyayê Jose Manuel Maza, bi egera ku bangeşaya serîhildanê hemberî dewletê kirin e, tevlîhevî li Katalonya peyda kirin e û erkên xwe neyasayî bikar anîne, dixwaze Serokên Katalonya bên dadgehkirin.

Ligor Serdozger, kiryarên serokên Katalonya dive bên sezakirin û rêya wê jî dadgehkirina wan e.