Birîtanya jî pesnê rola Serok Barzanî dide

Johnson : Serkirdatiya Barzanî ji şer re û xizmeta çendîn sal ji bo xelkê Kurdistana Iraq û rola wî di avakirina Iraqa nû de, cihê pesindanê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrî derve yê Birîtanya Boris Johnson di daxuyaniyekê de pesnê rola Serok Mesûd Barzanî da û daxwaz kir, Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinan bikin daku kêşeyên dîrokî di navbera herdu aliyan de, li gorî destûrê çare bikin.

Boris Johnson got: "Serkirdatiya Barzanî ji şer re û xizmeta çendîn sal ji bo xelkê Kurdistana Iraq û rola wî di avakirina Iraqa nû de, cihê pesindanê ye."

Wezareta derve ya Birîtanya jî di daxuyaniyekê de got: Em pêşwaziyê derfeta serkirdeyên Herêma Kurdistanê dikin ku rê li ber nifşekî nû ji serkirdeyên Kurd vedike. Pêwîst e niha ew dezgehên dîmukratî û bihêz avabikin û ji bo çareseriya nakokiyên dîrokî yên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de, gavan bavêjin.