Amerîka ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze di zûtirîn dem de kêşeyan çare bikin

Amerîka: Serok Barzanî serkirdeyekî dîrokî û mêrxas yê xelkê Kurdistanê ye

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka pesnê biryara serok Mesûd Barzanî kir, derbarê nedirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistanê û daxwaz dike Hewlêr û Bexda bi zûtirîn dem kêşeyan çare bikin.

Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand: "Serok Barzanî serkirdeyekî dîrokî û mêrxas yê xelkê Kurdistanê ye. Herweha serkirdeyekî şerê dijî terorê ye. Ev biryara Barzanî nîşan dide ku di vê rewşa dijwar de, ew zilamê dewletê ye."

Daxuyanî dibêje: "Amerîka bi hêvî ye Serokwezîrê Herêma Kurdistan û cîgirê wî, bi awayekî bi bandor kar bikin û em Herêma Kurdistanê bi hêz dixwazin di çarçoveya Iraqeke hevgirtî dîmukrat de, daku aramiyeke demdirêj peyda bibe."

Di beşekî din yê daxuyaniyê de hatiye: "Em daxwazê ji hemû partiyên Kurdî dikin, ku piştevaniya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo çareseriya kêşeyan û amadekariyê ji bo hilbijartinên 2018an bikin."

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdyê hatiye: "Em daxwazê ji hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistan dikin bi lez kar bikin ji bo çarekirina kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de."

Wezareta derve ya Amerîka got jî: "Em piştevaniha wê diyalogê dikin ku di çend rojên derbasbûyî de destpê kirin û em daxwaz dikin şer û pevçûn bidawî bên. Em piştevaniya serkirdatiya bihêz ya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin, ku dixwaze DAIŞê bişkîne û Iraqeke aram pêk bîne."

Di beşekî din yê daxuyaniyê de hatiye: "Em pêşwaziya biryarên nû yên Ebadî dikin ji bo destpêkirina danûstandinan li gel Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de û pêwîst e xwe ji tundiyê dûr bike û emê berdewam bin li ser karkirinê li gel hemû aliyan ji bo çarekirina kêşeyan ku xizmeta berjewendiyên hemû Iraqiyan bike. Niha dema wê yekê ye hemû alî ber bi pêşve gavan bavêjin û çareseriyeke aştiyane di çarçoveya destûrê de ji bo hemû nakokiyan bibînin."