Serokê Firensa jî pesnê rola dîrokî ya Barzanî dide

Macron: Ji bo asankirina gotûbêjên dahatî, wê Firensa bi berdewamî kar bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Firensa Emmanuel Macron, pesnê rola dîrokî ya Mesûd Barzanî da û rola di şerê dijî DAIŞê de bilind nirxand ku Pêşmerge roleke mezin di şikandina wê grûpê de lîst.

Duh koşka Êlîzê daxuyaniya Serokê Firensa derbarê nerazîbûna Barzanî li ser dirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir û ji bilî pesindana rola dîrokî ya Barzanî di serokatiya Kurdistanê de, bi taybet di şerê dijî DAIŞê de, daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku hemû piroseyên serbazî li dijî hev rawestînin.

Serokê Firensa di daxuyaniya xwe de ji hikûmeta Herêma Kurdistan û ya Iraqê dixwaze: "Bi piştevaniya Netewên Yekgirtî riya diyalogê berdewam bikin daku bigehên aştiyeke herdemî û Iraqeke hevgirtî."

Herweha tekez kir, ji bo asankirina gotûbêjên dahatî, wê Firensa bi berdewamî kar bike.