Tillerson: Wê hêzên Amerîka li Iraqê bin heya DAIŞê bidawî bînin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyekê wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand, serok wezîrê Iraqê Heyder Ebadî negotiye divê hêzên Amerîka ji Iraqê derkevin û hêzên Amerîkî wê bimînin heya DAIŞê bidawî bînin û got: Mana hêzên Amerîkî li Iraqê yasayî ye.
Berî niha hijmareke serkirdên grûpên şî'e daxwaza vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê kir bûn, di karvedanekê de jî, Tillerson got: Pêwîst e milîsên ser bi Îranê ve ji Iraqê derkevin .