Parlemantoya Kurdistanê biryara ragirtina weşana kenalên Kurdî red dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Kurdistanê li ser biryara Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê ya li dijî Kurdistan24 û kenalên Kurdî hate deng û biryara ragirtina weşana kenalên Kurdî red dike û bi nedestûrî binav dike.
Komîta Rewşenbîrî, Ragihandin û Hunerê di Parlemantoya Kurdistanê de daxuyaniyek arasteyî her yek ji Wezareta Rewşenbîrî, Komçta Rewşenbîrî di parlemantoya Iraqê de, Federasyona Rojnamevanan û Komîta Parastina Rojnamevanan û tevahiya rêxistin, sendîka û komelên taybet bi rojnamevanan kir û tê de biryara ragirtina weşana Kurdistan24 û kenalên Kurdî bi nedestûrî binav kir.
Li gor daxuyaniya Komîta Rewşenbîrî, Ragihandin û Hunerê di Parlemantoya Kurdistanê de, her yek ji Kurdistan24 û Rûdawê li gor yasayên berkar ên Herêma Kurdistanê kar dikin û li gor madeya 115 a destûra Iraqê jî, ji ber nakokiyên yasayî li navçeyên cihên makokiyê li gor destûrê, pêşîne ji yasayên Herêma Kurdistanê re dibin.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê kiriye, pêdeçûnê di wê biryarê de bikin û azadiya karkirinê li tevahiya Iraqê ji wan her du kenalan re desteber bikin.
Piştî bûyerên roja 16 Cotmehê û radestkirina bajarê Kerkûkê ji Heşda Şeibî re, hikûmeta Bexdayê karkirina çend kenalên Kurdî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê rawestand û daxwaza ragirtina weşana Kurdistan24ê li ser satellita Nilesatê jî kiribû.
Hevdem jî, gef li tîmên Kurdistan24ê û peyamnêran hate xwarin ku ji bo karên medyayî venegerin wan navçeyan.