“Tenêhiştina Kurdistanê, Enqere û Washingtonê li berjewendiyên xwe xistin”

Stratejiya Îranê ya ku bi navê "Hîlala Şîeyan" tê naskirin û zêdekirina desthilata Îranê ya li Rojhilata Navîn armanc digire bi dagirkirina Kerkukê ya ji aliyê Hêzên Iraqê û Hêzên Haşdî derbasî qonaxeke pêşdatir bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Stratejiya Îranê ya ku bi navê "Hîlala Şîeyan" tê naskirin û zêdekirina desthilata Îranê ya li Rojhilata Navîn armanc digire bi dagirkirina Kerkukê ya ji aliyê Hêzên Iraqê û Hêzên Haşdî derbasî qonaxeke pêşdatir bû. Ligor pisporan Enqerê û Washington ku li dijî vê stratejiye ne, lê belê helwesta wan ya di proseyê de bû alîkar ku ev yek pêk were. Ango herdu dewletên li dijî Îranê jî, li Kerkukê bi tenêhiştina Kurdistanê xwe bi xwe li berjewendiyên xwe xistin.

Têgeha "Hîlala Şîeyan" yekemcar ji aliyê Şahê Urdunê Şah Abdullah ve hat bikar girtin ku wek projeyeke kevn li Rojhilatanavîn tê nasîn û kontrolkirina nawçeyekê armancdigire ku xwedî çavkaniyên petrol enerjiyê yên dewlemend e.

Herwiha Komara Îslamî ya Îranê ji bo cîbicîkirina vê projeyê ji sala 2003an ve piştgiriyeke veşartî dide Şîeyên Iraqê û hebûna Kurdistanê jî wekî astengeke li pêş Hîlala Şîeyan dibîne piştî dagirkirina Kerkukê hewla avakirina Hîlala Şîeyan diyartir bû.

Piştî van geşedanan rola Emrîkayê wek pirsek sereke derkete holê ku Amerîka wek dewleteke zilhêz hertim dijayetiya xwe bo politikayên Îranê bi lêv dike, lê belê bi bêdengendiya xwe di proseyê de roleke nezelal lîst

Akademîsyen Mustafa Eravci ji K24ê re wiha axivî: "Amerîkayê pêşbînî nedikir ku Iraq dê ji kontrola wan derkeve û berê xwe bide Îranê, tişta ku Amerîkayê dixwest avakirina Iraqeke durî Îranê û nêzî wan bû, ji bo wê piştgiriya Şîeyên Iraqê kir, lê nekarîn kontrol bikin. Amerîkayê li Rojhlita Navîn stratejiyeke diyar nin e texmînkirina pêngavên li paşerojê jî zehmet e."

Ji aliyê xwe ve danûstandinên Tirkiyê yên bi Erebîstana Suud û Misirê re di dema xwe de wekî avakirina yêkitiya Sunneyan ya li hemberî Hîlala Şîeyan hatibû nirxandin lê belê di demen dawî de di vê yêkitiyê de guhertin çêbûn. Bitaybet piştî referandûmê hevkariya Tirkiyê bi Îranê re pêk anî yek ji wan guhertinan bû û bi zêdebûna desthilata Îranê ya li Kerkukê jî balans rastî nerazîbûna Tirkiyê hat.

Cigîrê Serokê berê yê Ak Partiyê Yasîn Aktay got: "Tirkiye li Kerkukê li dijî referandûmê derket, lê belê ev nayê wê wateyê ku dê razîbibe ku Kerkuk bibe bajareke Şîeyan. Serokkomar Erdoganî ji Îranê re jî ji Bexdayê re jî bi şêweyekî zelal bi dehan car hişyarî dan û got nabe Haşdî Şabî bitaybet bikeve di nav Kerkukê de û nabe bikeve nava bajarên din yên Kurdnişîn hewla desthilatê bide."

Dagirkirina Kerkukê ya ji aliyê hêzên Haşdî Şabî û Hêzên Iraqê ve îdîayên hewla avakirina Hîlala Şîeyan jî bi xwe re anî û ya balkêştir jî helwesta Emrîkayê bû ku bi politikayên xwe re kete di nava nakokiyê de. Pispor dibêjin ev geşedanine dê bibin sedem ku li Rojhilata Navîn heyamaneke nû destpê bike.