Hevpeymanî: Ti hevahengiyê bi rêjîma Sûriyê re nakin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li djî DAIŞê radigihîne, ti hevahengiyeke wan bi rêjîma Sûriyê re nîn e û ew bi wan re kar nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li djî DAIŞê radigihîne, ti hevahengiyeke wan bi rêjîma Sûriyê re nîn e û ew bi wan re kar nakin.

Peyvadarê Hevpeymaniya Navdewletî James Gerrard di konferanseke rojnamevanî de li Iraqê ragihand, ji bo bidawîanîna DAIŞê bi temamî li Sûriyê, ewê di piştevanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam bin.

James Gerrard got jî, pêwîstiya wan bi civaka navdewletî ji bo dubare avadankirina bajarê Reqayê piştî DAIŞê heye.

Diyar kir jî, niha Reqa ji ber hebûna mayîn û paşmayên DAIŞê ne aram e û kar ji bo wê divê were kirin, heta ku xelkên Reqayê bikarbin vegerin bajarê xwe.