Erdogan: Ligel Rûsyayê operasyona li dijî Efrînê dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li Efrînê xwar û got, hevahengiya wan a digel Rûsyayê çawa li Îdlibê heye, dê di operasyoneke li dijî Efrînê jî berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li Efrînê xwar û got, hevahengiya wan a digel Rûsyayê çawa li Îdlibê heye, dê di operasyoneke li dijî Efrînê jî berdewam bike.

Erdogan dema ji Azerbaycanê vedigeriya, di firokeyê de pirsa rojnemavenan bersivand û li ser pirsa Sûriyê got, Amerîka ji ber ku pabendî sozên xwe nebû, wan jî li Cerablûs, Bab û Îdlibê operasyonên leşkerî pêk anîne. Ev operasyonên wan bi hevanhengiya Rûsyayê bi rê ve çûye. 

Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi wê da, hevahengiya Rûsya û Tirkiyê dê di operasyoneke li dijî Efrînê de jî berdewam bike.  YPG dixwaze bi riya Efrînê derbasî deryaya Spî bibe. Ev daxwaza YPGê li ser sînorên wan gef e û ew ti defetê nadin wê.