ENKS: Amade ne biçin Sûtçî

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, hîn ew ji bo kongreyê sûtçî nehatIne vexwendin, hegerê hatin vexwendin, ew ê beşdar bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, hîn ew ji bo kongreyê sûtçî nehatIne vexwendin, hegerê hatin vexwendin, ew ê beşdar bibin.

Serokê ENKSê Îbrihîm Biro di demê beşdariya di bernameya “Basî Roj” ya K24ê de ragehand, ta niha tu vexwendineke fermî ji bo beşdariyê di kongreyê danûstandinên niştîmanî ya Sûriyê li sûtçî negihêştiye wan.

Biro got, heger ew bên vexwandin ewê amade ne beşdarî kongreya Sûtçiyê bibin.

Li ser daxwaza Rûsiyayê biryar e di 18'ê vê mehê de kongreya danûstandina niştîmanî ya girêdayî awayê çareseriya kirîza Sûriyê li bajarê Sûtçî yê Rûsyayê li dar bikeve.

Li gor navên aliyên Sûrî ên hatine aşkerekirin ji bo beşdariyê wê kongreyê bikin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî hene.