Îran gefa êrîşa li ser bajarê Reqayê dixwe

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Wîlayetî ragihand, di demên nêzîk de artêşa Sûriyê berve bajarê Reqayê yê ku di destê HSDê de ye, diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Wîlayetî ragihand, di demên nêzîk de artêşa Sûriyê berve bajarê Reqayê yê ku di destê HSDê de ye, diçe.

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê piştî hevdîtina ligel Serokê Parlemantoya Libnanê ragihand, artêşa Sûriyê li rojhilatê çemê Ferêt berve kontrolkirina bajarê Reqayê tevgerê dike, di demekê de ku metirsiyeke mezin heye şerekî “Ne rasterast” di navbera Amerîka û Îran li wî bajarî derkeve.

Herwiha Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Amerîka tometbar kir, piştî hêzên Amerîka li rojhilatê çemê Ferêt bicih bûn, dixwaze Sûriyê bike 2 perçe.

Ev daxuyaniyên Wîlayetî di demekê de ne, Wezareta Derve ya Sûriyê di dawiya meha Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, hîna bajarê Reqayê dagîrkirî ye. Ta artêşa Sûriyê nekeve Reqayê, ew wî bajarî rizgarkirî nabînin.

Tevî ku Îran dibêje ku destêwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê de bi armanca jinavbirina rêxistinên teroristî ne, lê çavdêr amaje dikin ku Îran bi riya mîlîşyayên wê yên ji Iraq, Eganistan, Pakistanê û Hizbulaha Libnanî re kariye dest dane ser tevahiya Sûriyê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka bajarê Reqayê roja 20ê Cotmeha borî kontrokirina tevahiya Reqayê ragihand.