Çalakvanên mafên mirovan, nizanin çima hatin girtin?

Cîgirê Berdevkê Hikûmetê jî dibêje, wek hemû welatên Ewropa, dadgehên Tirkiyê jî serbixwe ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heftiya bihurî, 9 parêzvanên mafên mirovan ku ev 4 mehan e girtîbûn, hatin berdan. Çalakvan û Berpirsa Şaxa Amnesty ya Tirkiyê dibêje, hêj sedemên binçavkirina xwe nizanin û tiştên tên gotin ji rastiyê dûr in.

Li aliyê din her çiqas rayedarên Tirkiyê red bikin jî tê îdîakirin, piştî ku Serokwezîrê berê yê Almanyayê beriya heftiyek serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan re civiya her 9 çalakvan hatine berdan.

Çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ku meha Tîrmehê li Stenbolê di dema civînê de hatibun girtin, heftiya borî hatin berdan. Parêzvanên mafên mirovan bi alîkariya rêxistinên terorê dihatin tometbarkirin.

Îdîl Eser, berpirsa şaxa Tirkiyê ya Amensty Înternationalê ku yek ji wan kesên hatine berdan dibêje, waneya herî girîng ya bo wan ev e ku, divê tu karek neyê paşdexistin û bo vê niha deqê xwe çêdike.

Îdîl Eser, berpirsa şaxa Tirkiyê ya Amnesty Înternational anî ziman: "...Me plankiribû ku dema ji zîndanê derkevin hin tiştan bikin, yek çûna hemamê bû, çêkirina deqê û bo zarokekê kirîna cilûbergan bû. Niha min dest bi wan kiriye. Waneya ku herî baş min di vê demê de girtiye, divê tiştek neyê paşxistin."

Girtina çalakvanên mafên mirovan, pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê aloztir kiribûn. Hin rayedaran dabun xuyakirin, welatekî endamê NATO nikare karên weha bike.

Beriya deh rojan Serokwezîrê Berê yê Almanyayê Gerhard Schröder serdana Tirkiyê kir û bi Serokomar Erdogan civiya. Partiyên dijbere îdîa kirin ku çalakvanên mafên mirovan piştî vê serdanê hatine berdan.

Lê Cîgirê Berdevkê Hikûmetê dibêje, wek hemû welatên Ewropa, dadgehên Tirkiyê jî serbixwe ne.

Peyvdarê hukimetê Bekîr Bozdag, diyar dike:

"dadgehên Tirkiyê serbixwe û bêalî ne. Dadwer hemû erkên xwe di çaçoveya destûr û yasayan de bicîh tînin û wijdanê xwe digrin pêş. Tu kes û tu post nikare bandor li wan bike û ferman bide dadgehan."

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di dema binçavkirina çalakvanan de gotibû, di destê wan de saloxgerî heye ku bi armanca berdewamiya derbeya serbaziya sala bihurî civiyane û tevî belgeyan hatine binçavkirin.