Taran: Her şerekî nû li navçeyê wê bibe sedema nemana Israîl

Hisên Selamî: Rola Îranê li bakurê Derya Navîn heya rojhilata navîn, zelal e û kes nikare rola Îranê li Sûrya, Iraq û Lubnanê inkar bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê Hisên Selamî ragihand, her şerekî nû li navçeyê pêkeve, wê di encamê de Israîl nemîne.

Hisên Selamî diyar kir, Amerîka ketiye wê xewnê ku wê rojekê Îran dest ji hêza serbazî berde, lê ew xewneke zarokane ye û Amerîka nikare ti karekî bêrê li dijî Îranê bike.

Selamî got jî: "Her pîlaneke dijminan di berjewendiya şoreş û islamê de bidawî dibe, heger em li dîrokê vegerin emê bibînin çawa gelê Îranê kariye di rewşên gellekî dijwar de, ji bo aramî û serxwebûnê xwe ragirtiye."

Navhatî derbarê pêgeh û hejmûna welatê xwe li Rojhelata Navîn got: "Pewîst e cîhan hêz û karînên Îran qebûl bike, ku roleke giring li navçeyê dilîze. Rola Îranê li bakurê Derya Navîn heya Rojhilata Navîn, zelal e û kes nikare rola Îranê li Sûrya, Iraq û Lubnanê inkar bike."