DAIŞ diçe û Qaîde tê

"Çalakiyên rêxistina Qaîde, li çend navçeyên Iraqê destpê kiriye û herî zêde li parêzgeha Enbar çalakiyên wê girûpê tên dîtin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro yekşemê jêderekî emnî ragihand: "Çalakiyên rêxistina Qaîde, li çend navçeyên Iraqê destpê kiriye û herî zêde li parêzgeha Enbar çalakiyên wê girûpê tên dîtin."

Wî jêderî ji malpera "Bexdad El-Yewm" re gotiye: "Piştî ku çekdarên DAIŞê şikestin û jinavçeyê derketin, careke din serkirdeyên rêxistina Qaîde, bi heman awayî sala 2005an heya sala 2006an, dest bi çalakiyan kirine û çendîn dîdar û civîn li derdora bajarê Rumadî li parêzgeha Enbar lidar xistine."

Heman jêderî ku nexwest nave xwe eşkere bike got: "Ew kes û aliyên dest bi hevrêzî û çalakiyan kirine pêwendiya wan bi çend serkirdeyên Qaîde re hebû li Enbar, Selahedîn û derdora Bexdayê."

Herweha diyar kir: "Berî niha serkirdeyên Qaîde beramberî kujmekî mezin ji pereyan zindanên nasiriye û navçeyên din yên Iraqê hatin berdan."