Rêberê Katalonya Puigdemont xwe radestî polîsê Belçîka kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Telewizyona Belçîkayê ya fermî VRT ragihand ku, Rêberê Katalonya Carles Puigdemont xwe radestî polîsê Belçîka kiriye.
Puigdemont piştî ragihandina biryara serxwebûna Katalonya berî çendîn rojan, ji alî welatê Ispanya ji kar hatibû dûrxistin û biryara girtina wî hatibû dan.
Desthilata Ispanya Puigdemont, jiber ku bû pêşengê pêkanîna referendûma serxwebûna Katalonya, ew bi tewanên “serhildan, bikaranîna erkê xwe dijî dewletê û ewleyiyê” tometbar kiribû.
Piştî vê biryarê Puigdemont xwe gihandibû Belçîka.