Qasim Suleymanî li Dêrezorê ye

Piştî kontrolkirina Dêrezorê ji aliyê hêzên ser bi rêjîma Esed ve, Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran Qasim Suleymanî serdana wî bajarî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî kontrolkirina Dêrezorê ji aliyê hêzên ser bi rêjîma Esed ve, Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran Qasim Suleymanî serdana wî bajarî kir.

Kenalên Îranî çend wêneyên Qasim Suleymanî belav kirin, ku ligel hejmarek ji çekdaran girtiye û amaje bi wê kirine, ew wêne li bajarê Dêrezorê hatine girtin.

Li gor zanyariyên wan kenalan, Qasim Suleymanî bi çekdarên Lîwaya Baqir re li Dêrezorê ye.

Roja Îna borî 3 Mijdarê artêşa Sûriyê û mîlîşyayên pê re kontrolkirina bajarê Dêrezorê ji destê çekdarên DAIŞê ragihandin.

Qasim Suleymanî Fermandarê Feyleqa Qudisê ya supaya Pasdaran e. Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka navê wî wek terorist binav kiriye.

Tevgera Qasim Suleymanî di demekê de ye, rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump komelek sizayên nû li ser supaya Pasdarên Îranê spendiye.

Feyleqa Qudis berpirsê kiryarên leşkerî yên supaya Pasdaran yên li derveyî Îranê ye.

 

Qasim Suleymanî ligel çekdarên Lîwaya Baqir li Dêrezorê
Qasim Suleymanî ligel çekdarên Lîwaya Baqir li Dêrezorê
Qasim Suleymanî ligel çekdarên Lîwaya Baqir li Dêrezorê
Qasim Suleymanî ligel çekdarên Lîwaya Baqir li Dêrezorê