Piştî teqîna Kerkûkê, Parêzgarê bi wekalet daxwaza hêzeke mezin dike

Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd Cibûrî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, hêzeke zêdetir ya xwebeşxan dike, ji bo kontrolkirina ewlehiya bajêr.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Seîd Cibûrî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, hêzeke zêdetir ya xwebeşxan dike, ji bo kontrolkirina ewlehiya bajêr.

Cibûrî ragihand, di demekê de hejmareke mezin ji efser û polîsên Kurd venegerîne Kerkûk, hêzên polîs li nava bajêr, ew nikarin ewlehiya bajêr biparêzin.

Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet daxwaz ji Ebadî kir, hêzeke mezin ya derzgeha dijeteror bixe nava bajêr, hêzeke din jî ji xwebexşan bişîna bajêr, ji bi bikarin rûbereke berfereh kontrol bikin. Herwiha  tekez kir jî, ew teqîna îro li Kerkûkê rû daye, ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

Îro, du teqînên xwekujî baregeheke çekdarên Saraya Selam ya ser bi Tevgera Sedir ve li nava Kerkûkê armanc kir û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Piştî wan her du teqînan, Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Seîd Cibûrî civîneke ewlehiyê ya bilez ligel serkirdên artêş, polîs û dezgeha dijeteror û hêzên hewlagîriyê li bajêr kir.

Berî demekê hikûmeta Iraqê ragihandibû, nabe ji bilî hêzên ser bi hikûmetê ve ti hêzeke din li nava bajarê Kerkûkê hebe.