Rewşa tenduristî yê Ebdilrehman Apo rojane xirabtir dibe

Rewşa tenduristî a endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo di girtîgehên Rêveberiya Xweser de gelekî xirab e û pêwîstiya wî bi veguhastina bo nexweşxaneyê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa tenduristî a endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo di girtîgehên Rêveberiya Xweser de gelekî xirab e û pêwîstiya wî bi veguhastina bo nexweşxaneyê heye.

Kawa ku kurê endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ye li ser rûpela xwe ya tûra civakî “Facebook” belav kiriye, rewşa tenduristî ya bavê wî di zîndanê de gelekî xirab e û rojane xirabtir dibe.

Li gor zanyariyên K24ê, Ebdilrehman Apo nexweş e û pêwîst e her demekê serdana nexweşxanê bike, ji bo wergirtina derman û çareseriyên bijîşkî.

Serkirdeyê di PDK-Sê de Ebdilrehman Apo roja 12 Tebaxê ji aliyê asayişa Efrînê ve hatiye binçavkirin, nêzîkî 4 mehan e jî bê ku ti tuhmetek jê re hebe, di zîndanê de girtî ye.

Ebdilrehman Apo bi bihaneyên cuda, bêhtirî ji 6 caran e ji aliyê asayişa Efrînê ve tê binçavkirin.