Aliyên siyasî: Hewlên Ebadî yên sizadana Kurd red dikin

Aliyên siyasî yên Kurdistanê ji kêmkirina para Kurd ji budceya Iraqê dilgiran in û bi her awayekî jî hewlên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya sizadana Kurd red dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên siyasî yên Kurdistanê ji kêmkirina para Kurd ji budceya Iraqê dilgiran in û bi her awayekî jî hewlên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya sizadana Kurd red dikin. Di baweiya wan de jî, ji bo rûbirûbûna wan sizayan Kurd yekrêz bin.

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) A rêz Ebdulah ji K24ê re got: “Hikûmeta Iraqê bi her awayekî fişareke mezin dixe ser Herêma Kurdistanê, kêmkirina budceyê jî karteke fişarê ya din e. Di rojên borî de me hewl da ligel balyozxaneyê welatên mezin wek Çîn û Amerîka û aliyên din ên Iraqê guftûgo kir û hewla hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ber dewam in, hêvîdar in li ser budceya Herêma Kurdistanê bigihine encamekê di di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be.”

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Ebdilrehman Muhendis jî got: “Em wek Tevgera Goranê qebûl nakin, ji ber ku ew mafekî me yê destûrî ye. Ew sîstema li Herêma Kurdistanê heye bi hikûmet û parlemantoyê ve em daxwaza parêzgariyê dikin. Pêwîstiya me bi yekrêziya niştimanî û hemû aliyan heye, ji ber ku ew metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê hene, bi partiyekê û du partiyan çareser nabe, divê hemû partî bi hev re hevpariyeke rastî hebe ji bo damezrandina hikûmeteke hevbeş.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Zehmetkêşanên Kurdistanê Seid Xalid dibêje. “Ew tiştê ku niha heye, ji aliyê ti hêzeke siyasî ve nayê qebûlkirin. Pêwîst e em li ser astê navxwe yekrêz bin û bi tundî rûbirûyî van siyasetan bibin, yan jî divê aliyekî sêyem di guftûgoyên di navbera me û Iraqê de beşdar be û fişarê bike.”

Medyaya Iraqê reşnivîseke Encûmena Wezîrên Iraqê aşkere belav kiribû, ku li gor wê para Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018an ya Iraqê ji sedî 17 daketiye ji sedî 12.