Mesrûr Barzanî: Kurdistan her dem ligel çareseriyên aştiyane de ye

Şand a Australyayê diyarkir ku, piştgiriyê dide çareseriya pirsgîrekan bi rêya diyalog û danûstandinê di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşewaziya cîgirê balyozê Australya li Iraqê Sn. Tim Stapleton û delegasyona ligel kir. Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbeyna Kurdistan û Australya, herweha rewşa heyî di navbeyna Bexda û Hewlêrê de hate gotûbêj kirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, amadeyiya Kurdistanê ya diyalogê ji bo çareseriya hemû pirsîrêkan ligel Bexdayê anî ziman. Herweha pêngavên Kurdistanê ji bo diyalogê bibîr anî û got: “Bi mercê pênasîn a mafên Destûrî yên Kurdistanê, hewlêr amade ye danûstandinên berfereh ligel Bexdayê lidar bixe. Referendûma serxwebûnê bi xwe pêngavek aştiyane ya pêkanîna pêwendiyên nû ligel Bexdayê bû. Kurdistanê herdem nêzîkahiya aştiyane nîşan da ye. Bi awayek yekgirtî jî, Kurdistan dê vê proseyê derbas bike û binameya pêkanîna jiyanek aştiyane û ewle pêkbîne”.

Ji aliyê xwe ve, şand a Australyayê diyarkir ku, piştgiriyê dide çareseriya pirsgîrekan bi rêya diyalog û danûstandinê di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de.