Hikûmeta Sûryê ji Amerîka dixwaze bê merc hêzên xwe ji Sûryê bikşîne

Wezareta derve ya Sûriyê: Amerîka roleke xirab li Sûryê dilîze, û bi berdewamî kar dike ku bizavên çarekirina kirîza Sûryê jinav bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji wezareta derve ya Sûryê ji ajansa fermî ya hikûmeta Sûryê re ragihand, ku hebûna hêzên Amerîka û her hêzekî bê erêkirina hikûmetê li ser axa Sûryê, serweriya wî welatî û yasayên navdewletî binpê dike.

Heman jêderî got: Hebûna hêzên Amerîka li Sûryê bi ti awayî nayê qebûlkirin, Amerîka roleke xirab li Sûryê dilîze, û bi berdewamî kar dike ku bizavên çarekirina kirîza Sûryê jinav bibe, ew jî ji bo xizmetkirina pirojeya Israîl li deverê.

Herweha wezareta derve ya Sûryê ji Amerîka xwest hêzên xwe bê merc ji Sûryê bikşîne ji ber ku bi gotina wê: Hebûna wan hêzan li Sûryê serweriya wî welatî û serxwebûna wî binpê dike.