Çarenivîsa Telal Silo aşkere dibe

Rojnameya “Hurriyet” a Tirkiyê aşkere kir, dezgeha hewlgîriyê ya Tirkiyê (MÎT) Peyvdarê HSDê Telal Silo desteser kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Hurriyet” a Tirkiyê aşkere kir, dezgeha hewlgîriyê ya Tirkiyê (MÎT) Peyvdarê HSDê Telal Silo desteser kiriye.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, Telal Silo ji aliyê çend çekdarên alîgirên Tirkiyê ve hatiye desteserkirin û piştre jî ji bo parêzgeha Dîlokê hatiye veguhastin.

Rojnameya “Hurriyet” a Tirkiyê amaje bi wê kiriye, Telal Silo ji bo pirsên girîng wek pêgehên YPGê li Efrînê û çekên ku pê şer dikin lêpirsîn pê re tê kirin.

Roja 15ê vê mehê beşek medyayên ser bi opozîsyona Sûriyê balav kirin, Peyvdarê Fermî yê bi navê HSDê Eqîd Telal Silo bi hevrêziya ligel grûpên “Mertala Ferêt” ji HSDê cuda bû û berve Tirkiyê çûye.

HSDê roja 16ê vê di daxuyaniyekê de ragihand, nediyarbûna çarenivîsa Telal Silo ji encama operasyoneke taybet a MÎTê û ligel hevkariya hin endamên malbata wî hatiye.

Telal Silo ji gundê Raî ye û ji pêkhateya Tirkmenî ye ji berî 4 salan  Serkirdeyê Lîwaya El-Selaciqe ya Tirkmenan bû û di Cotmeha 2015an de ji nava grûpên Artêşa Azad bidih hêşt û tevlê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûbû.