Israîl: Wê şerekî nû li navçeyê çêbibe

Balyozê Israîlê li Amerîka: Ez naxwazim bêjim kengî wê ew şer destpê bike, îsal, yan vê mehê, ji ber ku dibe di nava çend hefteyan de destpê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Israîlê li Amerîka Ron Dermer, hişyariya pêketina şerekî nû li Sûrya da û ragihand, ku bandora Îranê li Sûrya, wê bibe sedema destpêkirina wî şerî.

Herweha Ron Dermer ji rojnameya Political ya Amerîkî re ragihand, niha Israîl gellekî nêzîkî navenda nakokiyan bûye.

Dermer diyar kir ku welatê wî bi ti awayî rê nade ku "Birîkarên Îranê li Sûriyê cî bigrin û got: "Heger Îran van bizavên xwe ranewestîne, wê derfeta rûbrûbûna serbazî çêbibe, ez naxwazim bêjim kengî wê ew şer destpê bike, îsal, yan vê mehê, ji ber ku dibe di nava çend hefteyan de destpê bike".