Li Kerkûkê bi BKC û bombeyan êrîşî dewriyeke emnî Iraqî hat kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvbirê pêwendî û ragihandinê di polîsê Kerkûkê de eqîd Efrasyaw Kamil ragihand, şevê din li Kekrûkê, bi bombeyên destan (Narincok) êrîşî hêzên dijeterorê hat kirin.
Efrasyaw Kamil got: "Hejmarek çekdarên nenaskirî, duh bi şev bi du narincokan û bi çekên otomatîk û BKC êrîşî dewriyeke hêzên dijeterora Iraqê kirin, ku li filkeya (Mentucatî Şîmalî) li ser erkên xwe bû, lê ti ziyaneke canî ji wê êrîşê çênebû."
Piştî 16ê Cotmeha derbasbûyî, bi sedema radestkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê hejmarek ji berpirsên YNK vê, milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê derbasî wî bajarî bûn û di encamê de bêtirî 180 hezar welatiyên Kurd mişext bûn û bizavên erebkirinê û jêbirina mora kurdîtiyê li wî bajarî destpê kir.