Li Orşelîmê Filestîniyan dest bi xwepêşandanan kirin

Hikûmeta Israîl bi sedan ji endamên hêzên xwe yên emnî li nav Orşelîmê belav kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî nimêja Înê li mizgefta Eqsa, Filestîniyan dest bi xwepêşandanan kirin li dijî biryara serokê Amerîka Donald Trump. Di wan xwepêşandanan de çil kes birîndar bûn û beşek ji bazarên Orşelîmê ziyan dîtin.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Israîl bi sedan ji endamên hêzên xwe yên emnî li nav Orşelîmê belav kir.

Ji aliyekî din ve, peyvdarê serokatiya Filestînê Nebîl Ebû Rudeyna ragihand, ku hêrsa Filestîniyan wê berdewam be û ew ti carî ji armancên xwe venagerin.