Hejmarek ji berpirsên Kurd ji tendirustiya Kekrûkê hatin dûrxistin

Di bin fişara perlemanterekî turkman de, 4 berpirsên Kurd ji tendirustiya Kerkûkê ji kar hatin dûrkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fişarên milîsên Heşda Şeubî û Heşda Turkmanî ji bo guherîna berpirsên Kurd li parêzgeha Kerkûkê zêde bûne û di wê çarçoveyê de, duh hejmarek berpirsên Kurd yên fermangehên tendirustiya Kerkûkê ji postên wan hatin dûrxistin û li şûna wan kesên turkman û ereb hatin danîn.

Guhertina berpirsên Kurd piştî wê yekê tê, ku di çend rojên derbasbûyî de perlemanterekê ser bi Heşda Şeibî û Cebha ve Niyaz Mîmaroglû serdana fermangeha tendirustiya Kerkûkê kir daku fişarê li rêvebirê wê fermangehê bike ku berpirsên Kurd di kerta tendirustiyê de biguherîne.

Di bin wan fişaran de rêvebirê fermangeha tendirustiya Kerkûk Hisên Ehmed roja 6ê vê mehê fermana jikar dûrkirina çend berpirsên Kurd da, û navên wan berpirsan ev in:

Yekem: Dr. Derya seed, Serokê beşê pilandanan.

Diwem: Dr. Hêmin Fayiq, Serokê beşê neştergerî û pêdiviyên pizîşkî.

Sêyem: Nûredîn Bayiz, Serokê beşê îdare.

Herweha cîgirê rêvebirê fermangeha tendirustiya Kerkûkê jî ku ew jî Kurd bû ji kar hatiye dûrxistin.

Çalakvanên Kerkûk wêneyên wê fermanê li ser rûpelên xwe di tora civakî ya facebookê de belav kirine.