Serkirdeyekî Heşda Şeibî digihe sînorê Îsraîlê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wêneyên serkirdeyên Heşda Şeibî û Hizbulaha Libnanî bi cilên serbazî li Libnanê li nêzîkî sînorê Îsraîlê belav bûn, Serokwezîrê Libnanê daxwaza lêkolînekê derbarê wê bûyerê de dike.
Serokatiya Encûmena Wezîran di daxuyaniyekê de daxwaza lêkolînekê derbarê diyarbûna serkirdeyekî Heşda Şeibî ya Iraqê bi cilûbergê serbazî li ser sînorê welatê xwe ligel Îsraîlê dike. Herwiha daxwaz kir jî, rê bi wî serkirdeyê Heşda Şeibî neye dayîn derbasî nava xaka Libnanê bibe.
Duh, di girtevîdyoyekê de Fermandarê Giştî yê grûpa Esayib Ehil El-Heq Qeys Xezalî ku mîlîşayeke ser bi Heşda Şeibî ve ye belav bû, tê de ligel hejmarek ji serkirdeyên Hizbulaha Libnanî serdana sînorê wî welatî bi Îsraîlê re dike û amadehiya hêzên xwe ji bo şerê li dijî Îsraîlê û piştevaniya ji Hizbulaha Libnanî re ragihand.
Demek e mîlîşyayên Heşda Şeibî, wek Tevgera Nuceba, Hizbulah û Esayib Ehil El-Heq bi piştevaniya Îranê pêgehên xwe li Sûriyê bihêz dikin, ev yek jî nîgeraniya Amerîka û Îsraîlê li pişt xwe aniye û berdewam daxwaza sînordarkirina wan mîlîşyayan dikin.
Head of PMF group ASSAIB AHL HAQ, Qais Alkhazalli in Syria with Hezbulla operatives. Can @HaiderAlAbadi as commander in chief of Iraqi forces including PMF, explain what this gruop is doing in Syria? Is he in control ? Will they listen to him? Who is running who, Abadi or PMF? pic.twitter.com/K8zovAvYas
— Hemin Hawrami (@heminhawrami) December 8, 2017