Xezelî: Qudis bi destê Iraqiyan û alîgirên Îmam Mihdî ve rizgar dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê grûpa Esayib Ehil El-Heq ya ser bi Heşda Şeibî ve Qeys Xezelî ragihand, bajarê Qudisê bi destê Iraqiyan û alîgirên Îmam Mihdî rizgar dibe.
Piştî Serokê Amerîka Donald Trump Qudis (Orşelîm) wek paytexta Îsraîlê nasand, Xezelî li Libnanê li nêzîkî sînorê Îsraîlê bi cilûbergên leşkerî diyar bû.
Esayib Ehil El-Heq mîlîşyayeke çekdarî di nava Heşda Şeibî de ye û yek ji wan hêzên ku rasterast ji aliyê Îranê vê tê arastkirin e.