"Pêwendiya Tirkiye û Îsraîlê kûr e, zû bi zû xirab nabe"

Piştî Amerîkayê vê carê di nava Tirkiye û Îsraîlê de rageşiyeke tund rû da.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Rageşiya gotinên tund yên di nava Tirkiye û Amerîkayê de her diçe zêdetir dibe. Li gorî pispor Mustafa Pekoz, Tirkiye dixwaze careke din mesela van minûtê karîger bike. Rojnameger Oral Çalişlar jî diyar dike di mseleya Orşelimê de wê Tirkiye giraniya nîqaşên xwe bi ser çareseriya dû dewletî ya ku Trump behsa wê dike.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di meseleya Orşelimê de Îsraîl wek dewleta terorê dest nîşan kir. Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu jî di bersiva xwe de Tirkiye bi bombekirina gundên Kurdan, girtina rojnameger û şikenandina ambargoya Îranê sucdar kir û got, ew ê ji kesekî wekî Erdogan dersa exlaqê wernegire. Gelo ev tund û tûjiya gotinên beramberîhev yên di nava Tirkiye û Îsarîlê de wê bandoreke çawa bike li ser pêywendiya her dû dewletan? Çavdêrên siyasî û rojnamegerên li Tirkiyê ev rûdan nirxandin.

Çavdêrê siyasî û pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz dibêje; Pêwendiya Tirkiye û Îsraîlê kûr e. Zû bi zû xirab nabe. Wê ev rageşî vemire. Tirkiye ne amade ye ku pêwendiya xwe bi Îsraîlê re ji binî ve qut bike. Heta dibe ku di pêş de yekem Tirkiye avahiya xwe ya Balyozxaneyê li Orşelimê veke.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji K24ê re wiha axivî: “Ez rageşiya niha ya bi Îsraîlê re dişibînin wê prosesa vanminûtê. Erdogan dixwaze dengê xwe bigihîne taxa Areban û dînamîkekê ava bike, lê ev yek naçe serî wek dema oneminûtê. Her çiqas li pêşberî raya giştî ya cîhanê ji ÎsraÎlê re bibêje dewleta terorîst jî, dema ku Erdogan diçe Amerîkayê teqez bi cemaeta cihûyan re li hev rûdine, bi taybetî jî serdana kompayayên tîngtang ên cihûyan dike. Li daxuyaniyên tund nenihêrin, bi baweriya min piştî 6 meh salek şûnde yekem wê Tirkiye avahiya Balyozaneya xwe li Orşelimê veke.”

Li gorî Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Postayê Oral Çalişlar ku berî niha bi demeke kin hem çûbû Îsraîlê û hem jî serdana Filistinê kiribû diyar dike, Erdogan dixwaze piştevaniyekê wergire ji welatên Areb li dij Îsraîl û Amerîkayê, lê ev yek ne mimkûn e ji ber ku Misir û Siûdî hevkarên Amerîkayê ne, nikare bi wan tiştekî bide kirin.

Oral Çalişlar dibêje: “Bi rastî tam ne diyar e bê wê çi bibe di nava Îsraîl û Tirkiyê de. Berê jî şer û pevçûnên devkî yên bi vî rengî rû dabûn di nava Tirkiye û Îsraîlê de. Lê paşî pêwendî dîsa dirust bûbûn. Niha jî nediyariyek heye. Ji bo Tirkiyê ya giring hurgilihyên di daxuyaniya Trump de ne. Trump dibêje em ji her carê zêdetir dikarin li ser formûla çareseriyeke du dewletî rawestin di vê demê de. Biqasî têdigihîjim meyla Pûtîn jî li ser vê pêşniyara Trump e. Ger Putîn jî wisa berdewam bike, dibe ku hertişt berûvajî veguhere.”

Li gorî Mustafa Pekoz û Oral çalışlar di polîtîkaya derve de Serokkomar Erdogan her car li gorî konjonktûrê tevdigere û li siyaseta navxwyî difikire. Ji ber wê yekê jî di pêş de wê kêşeya Orşelimê di nava Tirkiye û Îsraîlê de nebe arîşeyeke mezin. Çawa berê jî gotinên giran hatibine bikaranîn lê piştî wê peyman bi hev re girêdan, ev rûdan jî dê wisa encam bide. Ew dibêjin ne tenê Tirkiye, li paşperdeyê niha Misir û Siûdî Erebîstanê jî pêywendiyeke stratejîk danîne bi Îsraîlê re li dij Îranê. Loma Tirkiye wê tenê dengê xwe bilind bike niha, ne zêdetir.