Siûdiye di filmekî enîmêşin de Qasim Silêmanî desteser dike

Di destpêka wî filmî de, axaftineke Cînişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman hatiye ku ewê şer li nav axa Îranê destpê bikin ne li Siûdiyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî kurte filmekî enîmêşin ku Şahinşîna Siûdî berhem aniye, şer di navbera Şahnişîna Siûdê û Komara Islamiya Îranî de derdikeve û di encamê de Siûdiye, zora Supaya Pasdaran dibe û bi riya hêzeke taybet, fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî desteser dike.

Ew Film bi navê "Hêza bersivdana Siûdiyê" ye û di destpêka wî de, axaftineke Cînişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman hatiye nivîsandin, ku têde gotiye: "Armanca serekî ya Îran ew e ku xwe bigîne Qubleya Misilmanan, lê em li bendî wê yekê namînin ku şer li Siûdiyê destpê bike, ji ber ku emê şer li nav Îranê destpê bikin."

Li gorî wî filmî, destpêkê şer di nav ava kendavê de destpê dike, dema ku hin keştî û belemên Îranî êrîşî keştiya xêrxwaziyê ya Şah Selman dikin, piştre hêzên Siûdiyê bersiv didin û tevahiya belem û keştiyên Îranî di nav ava Kendavê de diteqînin.

Piştî wê şikestinê, Îran bi mûşekan êrîşî Siûdiyê dike, lê bi riya sîstema mûşekên patiryot, Siûdiyê tevahiya mûşekên Îranê li ezman diteqîne û bi firokeyên Typhoon jî tevahiya firokeyên Îranê li ezman tên teqandin.

Di nav dîmeneke wî filmî de, Cînişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman jî derdikeve, ku ew bixwe serperiştiya êrîşê û operasyonên serbazî dike û piştre Siûdiyê bi mûşekên (Bayê Rojhilat) êrîşî bingeha Bûşehr ya etomî û bingeha Bedir ya serbazî dike li nav axa Îranê û wan ji binî de wêran dike. Herweha firokeyên Siûdiyê firîngeha serbazî ya Mihrabad jî wêran dikin.

Di qonaxa dawî de, Siûdiye bi riya deryayê tankên Abrames derbasî nav axa Îranê dike û ji ezman ve jî firokeyên Siûdî hêzeke taybet bi riya paraşûtan dadixe, ew hêza taybet ya Siûdiyê derbasî nav bingeheke serbazî ya Îranê dibe, ala Îranê dadixîne û fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Silmêmanî desteser dike".