Hîlala Şê`î hilat

"Îran li ser hêla zemînî Iraq û Sûrya heya Derya Sipî ketiye tevgerê de".

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên ajansa Anadol ya Tirkiyê, piştî ku artêşa Sûrya û Heşda Şeibî li Iraqê navçeyên sînorî di nav herdu welatan de kontrol kirin, liv û tevgera serbazî Îranî, li ser wê hêlê destpê kiriye, ku ji Taranê destpê dike û di Iraqê re derbas dibe û li ser Derya Sipî radiweste".

Ajansa Tirkî di raporekê de nivîsandiye "Hêzên rêjîma Beşar Esed di Mijadara derbasbûyî de, tevahiya bajarokê El-Bûkemal yê sînorî kontrol kirin ku dawîn pêgeha giring ya çekdarên DAIŞê bû, di heman demê de hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê navçeyên Iraqî yên hevsînor bi Sûriyê re kontrol kirin".

Anadolê li ser zimanê berpirsekî got: "Îran li ser hêla zemînî Iraq û Sûrya heya Derya Sipî ketiye tevgerê de".

Diyar jî kir ku "Karwanekî Supaya Pasdaran û Heşda Şeibî, di çend rojên derbasbûyî de çûn nav axa Sûrya û di bajarokê El-Bûkemal re derbas bû û ber bi parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê ve çû".

Herweha got:"Bi vê pêngavê, niha Îran ji bo meremên serbazî bi awayekî piraktîkî, dest bi bikaranîna hêla Taran - Dîmeşq kiriye û di nav axa Iraqê re derbas dibe".