Rûsya navenda teroristan a bê aşkere dike

Berpirsê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsyayê Alexander Bortnikov diyar kir, piştî jinavbirina terorê li Sûriye û Iraqê, dê li Afganistanê kom bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsyayê Alexander Bortnikov diyar kir, piştî jinavbirina terorê li Sûriye û Iraqê, dê li Afganistanê kom bibin.

Ajansa “TASS” a Rûsî li ser zarê Alexander Bortnikov belav kir, piştî şikestina terorê li Sûriye û Iraqê, xwe kom dikin û berên xwe didin Afganistanê.

Got jî, navenda sereke ya tawanbaran êdî li Afganistanê ye û bûye pêgeha çekdarên “Dewleta Îslamî” ku xaknîgariya wê dihêle çekdar ji wir ve derbasî welatên Yekîtiya Sovyêtê yên berê bibin.

Berpirsê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsyayê diyar kir jî, serkirdeyên grûpên terorist ji çekdaran daxwaz kirine, ku tektîkên xwe biguhêrin û di çarçova “Cîhada Serbixwe” de operasyonên xwe bikin.

Ev yek di demekê de ye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berî çend rojan bidawîhatina DAIŞê li ser xaka xwe ragihandibû, Herwiha DAIŞê gelek navçeyên xwe li Sûriyê jidest dane.