Siûdiyê bi hevkariya Amerîka hêza xwe ya ezmanî pêş dixe

Siûdiyê li gel kompanya Boying ya Amerîkî bi gujmê 480 melyon dolar û bi nêzîkî yek milyar dolaran li gel kompanya Lokhîd Martin ya taybet bi mûşekên patiryot girêbest îmze kirye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şahnişîna Siûdî, bi gujmê 480 melyon dolar, rêketinek ji bo pêşxistina hêzên xwe yên ezmanî li gel wezareta berevaniya (Pentagon) Amerîka îmze kir.

Pentagonê eşkera kirye, kompanya Boying ya Amerîkî bi gujmê 480 melyon dolar ew girêbestek îmze kiriye û bi gujmê nêzîkî yek milyar dolaran jî desthiltdarên Siûdiyê û Qeterê girêbestek li gel kompanya Lokhîd Martin ya taybet bi mûşekên Patiryot îmze kirye.

Berî du mehan jî Riyadê rêketinek li gel Pentagonê ji bo kirrîna pêdiviyên sîstema mûşekî ya Tad û çend mûşekên din îmze kiribû.