Hengaw: Iran gencekî Kurd ê 18 salî bidarve dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Mafê Mirov a rojhilatê Kurdistanê Hengaw ragihand ku, Dadgeha Bilind a Îranê biryara bidarve kirin a gencekî Kurd ê 18 salî Mihemed Kelhur erê kiriye.
Mihemed Kelhur bi egera kuştina mamosteyekî hatibû girtin û hîn di 15 saliya xwe de sizayê bidarvekirinê li hemberî wî hatibû dan. 3 salan piştî wê biryarê, gava Mihemed 18 saliya xwe dagirtî Dadgeha Bilind a Îranê ew biryar pejirand.