Rûsya: Hevpeyman şerê terorê nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvînekê de digel kenaleke Rûsî, Hevpeymaniya li dijî DAIŞê tometbar kir, ku di şerê terorê li Suriyê de ne ciddî ye. Ji ber ku, armanca wan ew e wan çekdaran di pêşerojê de bikarbîn in. Tevî ku Rusyayê di her qonaxekê de hemû bizavên xwe kirin e, ji bo ku şerê terorê bike .
Di dema dawî de Rusya û hevkarên xwe, Hevpeymaniya Navdewletî tometbar dikin, ku şerê DAIŞê bi awayek ciddî nake, berovajî hevkariya wan kiriye. Heman tometbariyan Hêzên Hevpeymanan jî li Rusya û hevkarên wê dikin.