Xwepêşandanên Îranê berfereh dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li çend bajarên Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê birêve çûn û di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de şer derket.
Îro sibehê li çend bajarekî Îranê wek Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehir xelkê nerazî derketin ser caddeyan û xwepêşandan kirin. Şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derket.
Ligor wan vîdyoyên ku di torên civakî de hatine belavkirin, xwepêşanderan ji rewşa xerabî ya aboriya welatê xwe nerazîbûn û li dijî Serokkomar Hesen Rûhanî û hikumetê dirûşm avêtin.
Hêzên ewlekariyê li bajarên Meşhed û Neyşabûr belavbûn û gaza rondikrêj û fîşekên plastîkî li dijî xelkê bikar anîn.