3 sal zîndan ji bo serokê berê yê Misrê

Dadgeha Tawanan a Qahîreyê biryara 3 sal zîndan ji bo serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî derkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Tawanan a Qahîreyê biryara 3 sal zîndan ji bo serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî derkir.

Li gor ajansa “Reuters” Dadgeha Tawanan a Qahîreyê îro bi tometa sivikatîkirin bi desthilata dadweriyê 3 sal zîndan ceza ji boSerokê berê yê Misrê Mihemed Mursî yên zîndankirî derkir, ku dikare li pêş dadgeha tanê, wê biryarê tane bike.

Mihemed Mursî berê du biryarên girtinê 25 sal bi tometa sîxoriya ligel Qeterê û 20 sal zîndan di doza kuştina xwepêşanderan a di sala 2012an de derbarê wî de hene.

Mihemed Mursî piştî şoreşa Misrê ya 25 Çile wek yekem serokê sivîl di 24ê Hezîrana 2012an de hat hilbijartin, lê Artêşa Misrê di sala 2013an de Mihemed Mursî ji serokatiyê Misrê dûr xist û piştî wê bûyerê gelek alîgirên wî derketin xwepêşandan.