Nwêner ê Sine rexne li Rohanî digire
K24- Hewlêr
Nwêner ê Sine, Dîwander û Kamîyaran li rojhilat a Kurdistanê li perleman a Îranê ragehand: Hesen Rohanî soz û peyaman ên xwe bi cih nehînane û rêje ya bêkarîyê li Sine 45%.
Ehsen Elewî Nwêner ê Xelk ê Sine, Dîwande û Kamîyaran li rojhilat a Kurdistanê li perleman a Îranê bi ragehandin ên hindurî re ragehandîye ku rêje ya bêkarîyê li parêzgeh a Sine 45% ye û bêkarî û nedarîyê xelk xistîye di bertengîyê de.
Li gor axivtin ên Elewî, kabîne ya Hesen Rûhanî, serok Komar ê Îranê, peyman û soz ên xwe bi cih nehênane û di serdan a xwe jî de bo parêzgeh a Sine çi piroje yên taybey bo parêzgeh a Sine pê re nebbûne.