Li Stenbolê dijî PKK operasyon hat kirin

Li Stenbolê li dijî şaxa ciwanan a PKKê operasyon hat kirin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin desteserkirin.

K24 - Stenbol

Li Stenbolê li dijî şaxa ciwanan a PKKê operasyon hat kirin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin desteserkirin.

Li Arnavutkoy û Bagcilara Stenbolê li dijî şaxa ciwanan a PKKê operasyon hat kirin. Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê bi piştgiriya polîsên taybet operasyon bir ser YDG-H ya şaxa ciwanan a PKKê.

Polîs çûn 8 navnîşanên li Arnavutkoy û Bagcilarê ku berê hatibûn eşkerekirin. Di bin tedbîrên ewlehiyê yên berfireh de polîs ketin wan navnîşanan. Di çarçoveya operasyonê de 4 gumanbar hatin binçavkirin. Di mala gumanbaran de lêgerîn hat kirin.

Gumanbarên ku hatin binçavkirin, ji bo kontrola tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê hatin kirin. 4 gumanbar piştre jî bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê hatin şandin.