Îsraîl: Hevpeymaniyeke berfereh li dijî hebûna Îranê li Sûriyê di rê de ye

Serokerkanê artêşa Îsraîlê general Gadi Eizenkot ragihand, Îsraîl hewla avakirina hevpeymaniyeke berfereh li dijî berferehbûna hejmûna Şîe û Îranê li Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê artêşa Îsraîlê general Gadi Eizenkot ragihand, Îsraîl hewla avakirina hevpeymaniyeke berfereh li dijî berferehbûna hejmûna Şîe û Îranê li Sûriyê dike.

Gadi Eizenkot li zanîngeha Herzliya a Îsraîlê de gotarek pêşkêş kir û da zanîn, Îran kar li ser “Hîlala Şîe” li Iraq, Sûriye, Libnan, Yemen, Behrên û Herêma Gezeyê dike, ku ji bo ferehkirina hejmûna xwe li navçê, salane di navbera 700 milyon ta milyarek Dolar dide Hizbulaha Libnanî.

Herwiha got, tenê di mehên dawî de webirhênan wê li meydana Filestînî ji bo ferehkirina hejmûna xwe li Herêma Gezayê 100 milyon Dolar da Tevgera Hemas û Cîhada Îslamî.

Gadi Eizenkot aşkere kir, li gor zanyariyên îstixbarata Îsraîlê, 2 hezar şêwirmendên Îranî, 8 hezar çekdarên Hizbulaha Libnanî û 10 hezar çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Sûriyê ne, ku ji welatên Iraq, Efganistina û Pakistanê hetine.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê aşkere kir jî, ew hewlên leşkerî yên navdewletî dikin, ji bo rêgiriyê li hebûna Îranê li Sûriyê dikin. Hebûna pêgeheke Îranê li Sûriyê tiştekî nerênî ye ji Îsraîlê, Ewropa û Sûriyê bixwe jî re.

Got jî, egerek heye Îsraîl bibe endama hevpeymaniyeke gelekî berfereh li hember ferehbûna hejmûna Îran û Şîe li Sûriyê.

Îsraîl her car Îranê tometbar dike ku piştevaniya terorê dike û aramiya Rojhilata Navîn têk dide, herwiha Amerîka, Siûdiye û hin welatên din yên Erebî jî bi vê helwestê re ne.