Macron: DAIŞ bidawî hatiye û niha dema avakirinê ye

Macron: Em dixwazin li gel hevparên xwe, beşdariyeke çalak di çespandina aramî û jinûavakirin û alîkariya xelkê de bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Firensa Emmanuel Macron tekez kir ku, heya radeyekî DAIŞ li Iraq û Sûrya bidawî hatiye û serketina serbazî ya yekcarî di çend hefteyên dahatî de wê bicî bibe. Yekem karê wê qonaxê jî avakirin e.

Macron got: "Bi bizavên hemû aliyan rêxistina çekdar ya DAIŞê heya radeyekê bi awayekî giştî herifî ye, ez piştrast im, di çend hefteyên dahatî de, wê serketina mezin li ser zemînê bê dîtin. Lewra ji niha ve em dixwazin li gel hevparên xwe, beşdariyeke çalak di çespandina aramî û jinûavakirin û alîkariya xelkê de bikin.

Nêzîkî 1200 serbaz û rawêjkarên Firensî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîka beşdar in û Macron tekez dike ku "Ev ne dawiya wê cengê ye, lê emê karînên xwe yên niştimanî li gel vê rewşa nû rêkbixin".